Amerîka sîstema berevaniyê “Patriot” ji Siûdiyê vekişand
Vekişandina sîstema Patriot ji Siûdiyê di demekê ye, Siûdiye û welatên Kendava Erebî ji vekişîna Amerîka ji Efxanistanê nîgeran in.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî berdewamiya êrîşên mûşekî yên Hosiyên Yemenê li ser Siûdiyê, Amerîka sîstema berevaniya esmanî Patriot ji wî welatî vekişand.
Ajansa “Associated Press” belav kir, Amerîka di hefteyên borî de sîstema mûşekî “Patriot” ji Erebistana Siûdî vekişand, tevî ku êrîşên çekdarên Hosiyên Yemenê li ser wî welatî berdewam dikin.
Siûdiye û welatên Kendava Erebî ji siyaseta Serokê Amerîka Joe Biden dilgiran in, bi taybet piştî awayê vekişîna Amerîka ji Efxanistanê.
Vekişandina sîstema Patriot ji binkeya Mîr Sultan a 115 k.m li başûrê rojhilatê Riyaz dikeve di demekê ye, Siûdiye û welatên Kendava Erebî ji vekişîna Amerîka ji Efxanistanê nîgeran in.
Piştî êrîşa Hosiyên Yemenê bi mûşek û droneyan li ser kompanyaya Aramco ya Siûdiyê di 2019an de, bi hezaran leşkerên Amerîkî li binkeya Mîr Sultan bi cih bûbûn.
Çavdêrên siyasî destnîşan dikin, rayadarên Siûdiyên di wê baweriyê de ne ku her sê serokê Amerîka yên li pişt hev hatine Obama, Trump û Biden biryarên vekişîna ji herêmê didin.
Rojnameya Amerîkî “Wall Street Journal” di meha Hezîrana borî de, eşkere kiribû, rêveberiya Serok Joe Biden biryar daye ku hejmareke mezin ji sîstema dijî-mûşekan a Amerîkî (Patriot) li Rojhilata Navîn kêm bike.
Wê rojnameyê diyar kir, rêveberiya Amerîkî biryar da 8 bataryayên Patriot ji Iraq, Kuwêt, Urdun û Erebistana Siûdî vekişîne. Rojnameyê ev biryar jî vegeran wê yekê ku Washington dixwaze “Ji nû ve hebûna xwe ya leşkerî birêkxistin bike, ji bo girîngiya zêde bikşîne ser Çîn û Rûsyayê”