Şahiyeke “dînkî” a Mourinho pişt serkeftina di “lîsteke dîrokî” de

Jose Mourinho
Jose Mourinho

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Roma di gera sêyem a Serie A de li hember mêvana xwe Sassuolo bi encama 2-1 bi ser ket, rahênerê Roma Jose Mourinho bi dînkî kêfxweşiya xwe nîşan dide.

Ev lîsik a hejmar (1000) di dîroka rahênerê Portugalî Jose Mourinho bû û dixwast di vê lîstika dîrokî de bi ser bike. Serkeftina Romayê heta xuleka 90+2 dereng ma, vêca Mourinho bi awayekî dînkî şahiya xwe bi gola serkeftinê nîşan da.

Lîstika hejmara (1000) a di dîroka Mourinho de heta bidawîbûna dema orîjînal wek mabû, lê lîstikvanê Roma Stephan El Shaarawy di xuleka 90+2 gola serkeftinê tomar kir.

Piştî vê golê, rewşek şahiya dîn li ser Mourinho xuya bû ku cihê xwe li ser kursiya tîmê xwe hişt û ber bi cemawerê stadium beziya û bi awayekî dînkî şahiya xwe nîşan da.

Jose Mourinho (58 salî) rahênerekî Portugalî ye û di sala 2021ê de bû rahênerê tîma Roma ya Îtalî. Ev lîstik di dîroka wî a rahêneriyê de hejmar (1000) bû. Mourinho di dîroka xwe de rahênerê gelek tîmên diyar ên Ewropayê bû, ji wan Benfica, Porto, Chelsea, Inter Milan, Real Madrid, Manchester United.

Hêjayî gotinê ye, Roma di lîga Îtalyayê (Serie A) de bi skoreke bêkêmasî (9 xal) bi Milan û Napoli re wekhev pêşengiyê dike.