Hikûmetê milyarek û 500 milyon dînar ji bo navçeya Riwandizê dabîn kir
Parêzgariya Hewlêrê bi qasî milyarek û pêncsed milyon dînar ji bo çend projeyên li Riwandizê diyar kir.

Hewlêr (K24) – Parêzgariya Hewlêrê bi qasî milyarek û pêncsed milyon dînar ji bo çend projeyên li Riwandizê diyar kir.
Parêzgariya Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand; li ser budceya parêzgehê û di çarçoveya projeyên pêşvebirina Hewlêrê de, bi qasî (1,500,000,000) milyarek û pêncsed milyon dînar, li sînorê navçeya Riwandizê dest bi çêkirina çend projeyên xizmetguzariyê hat kirin.
Hat ragihandin ku bi amadebûna Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, bi qasî 450 milyon û 206 hezar û 250 dînar li ser budceya pêşvebirina parêzgeha Hewlêrê, di merasîmekê de bingeha projeya çêkirina cadeyên navxwe yên li navçeya Riwandizê û bingeha nûjenkirina çend cadeyên li nahiya Wertê hatin danîn.
Li ser vê mijarê Parêzgariy Hewlêrê ragihand; me dest bi encamdana çend projeyên xizmetguzariyê kiriye li Riwandizê, ku beşek ji wan projeyên netemamkirî ne û beşeke din jî projeyên nû ne.
Herwiha hatiye eşkerekirin ku bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi derfetên li ber dest, li sînorê parêzgeha Hewlêrê, di demeke nêz de xizmetguzarî dê bigihîjin hemû gund û nahiye û navçeyên Hewlêrê.

