Parêzgarê Hewlêrê peyama hevxemiyê ya Serokwezîr gihande malbeteke Rojavayê Kurdistanê
Omêd Xoşnaw bi nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana malbata wan du zarokên ku li nahiya Kesnezan ji ber rûxana dîwara mala wan canê xwe ji dest dabûn, kir.

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw bi nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana malbata wan du zarokên ku li nahiya Kesnezan ji ber rûxana dîwara mala wan canê xwe ji dest dabûn, kir. Xoşnaw ji malbatê re ragihand ku her çi pêwîst bike ji bo çareseriya wan, dê ji aliyê Serokwezîr ve ji bo wan were dabînkirin.
Li taxeke nahiya Kesnezan, dîwarek bi ser çar zarokan de hilweşiya û di encamê de du zarokan jiyana xwe ji dest dan û du zarokên din jî birîndar bûn.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw bi nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana malbata wan zarokan kir.
Piştî gihandina hevxemiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, hêviya silametî û başbûna zarokên birîndar xwest û peyama Serokwezîr gihande malbata ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.
Omêd Xoşnaw ragihand; her çi pêwîst bike ji bo çareseriya wan, dê ji aliyê Serokwezîr ve ji bo wan were dabîn kirin.
Xoşnaw herwiha diyar kir ku ew li Başûrê Kurdistanê li nav kesûkarên xwe ne û weke Parêzgariya Hewlêrê jî her çi pêwîst bike ji bo alîkarî, ew amade ne.
