Nêçîrvan Barzanî û Boris Johnson civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Brîtanyayê de, ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson civiya.
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Brîtanyayê de, ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson civiya.
Di destpêka civînê de Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand; pêwendiyên London ligel Herêma Kurdistanê gelek girîng in û ew serdana Nêçîrvan Barzanî bo Brîtanyayê bilind dinirxîne.
Boris Johnson herwiha diyar kir: “Em bi hev re kar dikin û pêwendiyên xwe yên aboriyê pêş dixin.”
Li ser vê mijarê, Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez bi dîtina Serokwezîrê Brîtanyayê kêfxweş im, me pêwendiyên navbera Hewlêr û Londonê û zêdebûna gefên terorê, seqamgîriya navçeyê û warên din ên cihê girîngîdana her du aliyan e, gotûbêj kir û em spasiya hewlên berdewam ên Serokwezîrê Brîtanyayê dikin ji bo bihêzkirina zêdetir a pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê.”
Delighted to meet the British PM @BorisJohnson in Londan today. We discussed KR-UK ties, increased threat of terror, regional stability and areas of potential cooperation, including economy. I appreciate the PM’s continued commitment to further strengthening ties with KR & Iraq. pic.twitter.com/mRPeQNnkp7
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) September 17, 2021