Joe Biden serokatiya Lûtkeya Koronayê dike

Lûtke di 22ê Îlonê de dê bi awayekî online birêve biçe.

Hewlêr (K24) – Di 76emîn civînên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ku hefteya bê dest pê dike, Serokê Amerîkayê Joe Biden serokatiya Lûtkeya Vîrusa Koronayê ya nû dike.

Berdevkê Koşka Spî Jen Psaki ragihand: “Serok Biden di civînên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de serokatiya Lûtkeya Vîrusa Koronayê ya nû dike ku di 22ê Îlonê de bi awayekî online birêve biçe.”

Jen Psaki di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku ev civîn bi mebesta berfirehkirina hewldanên têkoşîna dijî Koronayê ye û ji beşdaran tê xwestin ku li ser çar mijaran soz bidin.

Psaki eşkere kir ku ji nûnerên welatên beşdar dê were xwestin ku zêdetir vaksîna Koronayê bi kar bînin, encamdana testên vîrusa Koronayê, tedawiya nexweşan û kelûpelên xweparastinê zêdetir bikin û mekanîzmeke aborî ji bo parastina asayîşa tendirustiya berdewam û çavdêrîkirina vê proseyê derxin pêş.

Fly Erbil Advertisment