Kujerê berpirsê PKKê li Silêmaniyê hat desteserkirin
Rêveberiya Asayîşa Parêzgeha Silêmaniyê ragihand; kujer hatiye desteserkirin û radestî dadgehê hatiye kirin.

Silêmanî (K24) – Roja 17ê vê mehê, berpirsekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Silêmaniyê hat kuştin, Rêveberiya Asayîşa Parêzgeha Silêmaniyê ragihand; kujer hatiye desteserkirin û radestî dadgehê hatiye kirin.
Rêveberiya Asayîşa Parêzgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekê eşkere kir; ji bo dîtina wî tohmetbarî, jûreke operasyonan a hevbeş hat pêkanîn li Dezgeha Asayîşa Herêmê û Ajansa Parastin û Zanyarî û Rêveberiya Asayîşa Parêzgeha Silêmaniyê bi mebesta lêkolîn û lêgerîna tohmetbarên du kiryarên du roj berê.
Herwiha ragihand; piştî gelek hewldanan, karîn ji kêmtirî 24 demjimêran, tawanbarê sereke yê wan her du kiryaran desteser bikin.
Asayîşa Silêmaniyê diyar kir ku ew her du kiryar, yek ji wan roja 16ê Îlonê rûda û kesek birîndar bû, ya duyem jî roja 17ê Îlonê qewimî û kesek hat terorkirin.
Roja 17ê Îlona 2021ê, Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê yê li Başûrê Kurdistanê Yasîn Bulut bi nasnavê Şukir Serhed, li Silêmaniyê hat kuştin.