Kongreya Demokratîk a Gelan li ser qeyûman panelek saz kir
Li Stenbolê ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan ve bi navê li Tirkiyeyê pergala qeyûman û mafê xwe birêvebirinê de panelekê hat lidarxistin.
Stenbol (K24) - Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Stenbolê derbarê tayînkirina qeyûman û mafê xwe birêvebirinê de panelekê saz kir. Lêkolînerê navdar ê Tirkiyeyê Bekîr Agirdir amaje kir piştî tayînkirina qeyûman Kurdên vî welatî wek fikrî ji desthilatê gelek dûr ketine û bi hinceta xwedîlêderketina nasname û îradeya xwe ji her 10 Kurdan 7 kes dê dengê xwe bide HDPê.
Li Stenbolê ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan ve bi navê li Tirkiyeyê pergala qeyûman û mafê xwe birêvebirinê de panelekê hat lidarxistin.
Di panelê de hat amajekirin piştî 2016an bi tayînkirina qeyûman li ser bajarên Bakurê Kurdistanê mafê xwezayî ya hilbijartinê ya Kurdan hatiye binpêkirin û bêdengiya beramberî bûye sedema tayînkirina qeyûman li ser sazî û dezgehên cuda jî.
Li gor Bekîr Agirdir ê ku li Tirkiyeyê wek lêkolînereke navdar tê zanîn tayînkirina qeyûman û polîtîkayên xelet ên desthilatê dibe sedema têkçûna AK Partî û ji her 10 Kurdan 7 kes dê dengê xwe bide HDPê.
Bekîr Agirdir diyar kir: “Ewilî li şaredariyên Kurdan qeyûm hatin tayînkirin, dûv re li sazî û dezgehên cuda jî qeyûm tayînkirin. Ev jî bû sedema guherînên mezin ên fikrî. Êdî Kurd, ne Kurdên beriya 20 salan in. Li bajarên Kurdan bi zêdebûna nifûsa gêncan dengên HDP jî zêde dibe û ev nifûs zêdetir meyla xwe dide ser nasnameya xwe. Çi Kurdê mihafazakar yan çi Kurdê sekuler be ji her 10 Kurdan 7 kes dê dengê xwe bide HDP. Loma ez dibêjim HDP bi hêsanî dikare bi giştî rêjeya xwe bigihîne ji%15e.”
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ku biryara tayînkirina qeyûman li ser şaredarên Kurdan dabû, şaredarên hilbijartî bi nêzîkatiya rêxistina terorî re tohmetbar kiribû.
Parlamentera HDP Dîlan Dîrayet Taşdemîr idîayên derbarê şaredaran de rast nabîne û amaje kir tohmetên li ser şaredarên wan tên kirin di îdianameyê de jî nehatine nivîsin loma tayînkirina qeyûman kêfî ye û ne hiqûqî ye.
Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji K24ê re ragihand: “Idîa û tohmetên tên behskirin di îddîanameyê de jî tune. Ji ber beşdarî bernameyên Newrozê, 8ê Adarê û civînên partiya me bûne û axaftinên wan wek sûc hatiye dîtin. Hevşaredarên me ne diziyek kirine, ne gendelî û sucek din kirine. Idiayên wan tev derew in. We şaredarên me ji kar dûr xist. Hûn çima navên Kurdî yên tabeleyan ji ber çi radikin? Peykeran çima xera dikin? Hûn ji ber çi saziyên jinan ku li dijî tundiya jinan xebatan dike digirin? Qeyûm li Kurdistanê amûrê metîngeriyê ye.”
Di hilbijartina 2019 de HDP 65 şaredarî bi dest anîbû, lê piştî tayînkirina qeyûman niha tenê 6 şaredarî di destê HDP de maye.