Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Duhokê serdana projeya dibistana Amerîkî kir

Proje ji aliyê sektora taybet ve tê encamdan û biryar e di demeke nêz de were destpêkirin.

Duhok (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 20ê Îlona 2021ê li bajarê Duhokê serdana projeya avakirina dibistana Amerîkî kir, ku ji aliyê sektora taybet ve tê çêkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji nêz ve projeyê ziyaret kir, ku biryar e di demeke nêz de were destpêkirin û rola sektora taybet di encamdana projeyên girîng ên di warên perwerde û xwendinê de bilind nirxand.

Mesrûr Barzanî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina sektora perwerdeyê car din anî ziman û tekez kir ku bi rêya pêşxistin û pêşvebirina perwede û xwendinê, em dikarin siberojeke geş ji bo nifşên xwe û welatê xwe ava bikin.

 

Fly Erbil Advertisment