Rêveberiya Xweser qedexeya giştî li herêma Cizîrê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê ya giştî ji bo hefteyekê li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand.
Şaneya Kirîzê li Herêma Cizîrê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber zêdebûna belavbûna vîrûsa Koronayê û hejmara pêketî û mirinan û ji bo parastina selametiya giştî, qedexeya çûnûnhatinê ya giştî ji bo 7 rojan tê ragihandin.
Li gor biryarê, qedexeya giştî ji bo 7 rojan li Herêma Cizîrê dibe û ji sibeya roja Şemiyê 25 Îlonê û heta roja Înê 1 Cotmehê didome.
Li gor biryara qedexeyê:
- Tevahiya cihên giştî, bazar, dikanên pîşesaziyê, perestgeh, dibistan, zanîngeh û peymangeh, dayingeh, xwaringeh, kafêtêrya, norîngehên bijîşkî û çalakiyên werzişê tên rawestandin.
- Çûnûhatina di navbera gund û bajaran de tê qedexekirin.
- Qedexe (Rêxistinên alîkariyê - tankerên avê û sotemeniyê - otomobîlên veguhastina zebze û dermanan û dezgehên ragihandinê li xwe nagire.
- Nexweşxaneyên taybet dê bi mercê wergirtina tenê haletên awarte vekirî bimînin. Dermanxane jî dê li gorî nexşeyên nobedariyê yên ku ji aliyê Yekîtiya Dermansazan ve hatî organîzekirin vekirî bin.
- Dikanên xwarin, sebze û goşt tenê li taxan, ji 06:00 sibê heya 18:00 êvarê vekirî bin.
- Bazarên El-Hal, ji 20:00 êvarê heya 10:00 danê sibê vekirî bin.
- Di heman demê de kar li hemî saziyên Rêveberiya Xweser tê rawestandin, ji bilî sazî û dezgehên ku pêwîstî bi karên wan hene. Herwiha divê hemû karmend jî maskan bi kar bînin.