Bexda: Hebûna DAIŞê li Sûriyê li ser Iraqê gef e
Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand; hebûna DAIŞê û rêxistinên terorîstî li Sûriyê, li ser seqamgîriya Iraqê gef e.
Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê di hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê de di çarçoveya civîna 76emîn a gera Encûmena Asayîşa Navdewletî de ragihand; hebûna DAIŞê û rêxistinên terorîstî li Sûriyê, li ser seqamgîriya Iraqê gef e.
Fuad Husên, Wezîrê Derve yê Iraqê di çarçoveya hevdîtinekê de ligel Feysel Mîqdad, Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand; hebûba hejmareke zêde ya kom û rêxistinên terorîstî li nav axa Sûriyê, seqamgîrî û aramiya Iraqê têk dide, divê Şam û Bexda bi hev re li ser vê mijarê hemaheng bin.
Wezîrê Derve yê Iraqê destnîşan kir ku rewşa Sûriyê seqamgîr nîne, ev jî ji ber hebûna hejmareke zêde ya rêxistinên terorê, ku rasterast bandorê li ser bûyerên navxweya Iraqê dike, ku hîn jî şaneyên DAIŞê li Sûriyê zêde dibin û gef in li ser asayîşa Iraqê.
Fuad Husên diyar kir; Iraqê ji Sûriyê daxwaz kiriye ku bi hev re ji bo siberojê karên hevbeş bikin, hevta bin ligel guherînên navxwe û navçe û navdewletî, Sûriye ji bo Iraqê girîng e û Iraq hewlên berdewam dide ji bo vegera Sûriyê bo rêza Komkara Erebî.
Herwiha tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên her welatan hatiye kirin ji bo têkoşîna hemû rûbirûbûnan ku berê xwe daye navçeyê.