Berhem Salih: Heta gendelî ji holê neyê rakirin rewşa Iraqê baş nabe

Serokomarê Iraqê Berhem Ehmed Salih di civîna salane ya Neteweyên Yekbûyî de gotara Iraqê pêşkêş kir.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih, wêne: AFP
Serokomarê Iraqê Berhem Salih, wêne: AFP

Hewlêr (K24) – Serokomarê Iraqê Berhem Ehmed Salih di civîna salane ya Neteweyên Yekbûyî de gotara Iraqê pêşkêş kir û ragihand; heta gendelî ji holê neyê rakirin, rewşa Iraqê çareser nabe û got: “Divê ji bo vegerandina serweta dizîkirî ya Iraqê, hevpeymaniyeke navdewletî were pêkanîn.”

Berhem Ehmed Salih di gotara xwe de diyar kir: “Niha erkê me vegerandina awareyan e bo cih û warên wan û di dema borî de me karî yasaya qerebûkirina qurbaniyên Êzidî derbixin, da ku birînên wan hinek were cebirandin.”

Serokomarê Iraqê destnîşan kir: “Gendelî yek ji wan sedeman e ku seqamgîriya navçeyê û cîhanê xistiye metirsiyê, bi taybetî Iraq, ku wisa bûye welatiyên Iraqê sûdê ji serweta welatê xwe wernagirin.”

Herwiha diyar kir: “Heta ku em bi ser gendeliyê de zal nebin û sînorek daneynin û rêgirî lê neyê kirin, rewşa Iraqê baş nabe, ti bijardeyeke din li ber me tune ye ji bilî ku em li ser vî şerî bi ser bikevin. Loma Iraq bûye endamê rêkeftina Neteweyên Yekbûyî ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê.”

Berhem Salih di beşeke din a gotara xwe de bi zimanê Kurdî axivî û got: “Silav ji bo welatiyên ezîz, ez hêvî dikim bi hevkarî û yekrêzî rûbirûyî erkên vê qonaxê bibin ji bo çespandina azadî û dadperwerî û jiholêrakirina tundrewî û cudakarî û parastina aştî û pêkvejiyanê.”

Serokomarê Iraqê Berhem Salih di civîna Neteweyên Yekbûyî de gotarek pêşkêş kir, wêne: AFP
Serokomarê Iraqê Berhem Salih di civîna Neteweyên Yekbûyî de gotarek pêşkêş kir, wêne: AFP
Serokomar û xanima yekem a Iraqê di civîna salane ya Neteweyên Yekbûyî de, wêne: AFP