Serokê berê yê Katalonyayê hat binçavkirin
Carles Puigdemont ji aliyê polîsê Îtalya ve hatiye binçavkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê berê yê herêma Katalonya ya Îspanyayê û rêberê tevgera serxwebûnxwaz a wê herêmê Carles Puigdemont ji aliyê polîsê Îtalya ve hatiye binçavkirin.
Polîsê Girava Sardîniya ya Îtalyayê ragihandiye, Carles Puigdemont roja pêncşemê 23ê Îlonê ji Balafirgeha Brukselê ber bi bajarê Algêro birê ketibû, ji bo ku beşdarî di pêşangeheke navdewletî de bike lê ji aliyê polîsên Îtalya ve hatiye girtin.
Carles Puigdemont niha li yek ji zindanên girava Sardîniya li Îtalyayê ye.
Biryar e îro Înê dadgeha bajarê Sasarî li Girava Sardîniya biryarê li çarenivîsa Carles Puigdemont bide, bi wê yekê ku yan bê azadkirin û vegere Belcîkayê yan jî radestî Îspanyayê bê kirin.
Puigdemont, rêkxerê referanduma sala 2017an a li herêma Kataloniyayê ya ji bo cudabûn û serxwebûna wê herêmê ji Spanyayê ye.
Piştî referendum sala 2017an, Charles Puigdemont ber bi Belcîka ve reviyabû û ji wê demê ve li wî welatî dijiya.
Hikûmeta Îspanyayê, serokê berê yê herêma Katalonyayê bi dirustkirina fitneyê tometbar dike, çend caran jî hewl daye bi rêya dadgehan wî ji Belcîkayê werbigre lê heya niha hewlên wê serneketine.