5 partiyên Kurdistanî: Referandûm ragihandina îradeya gelên Kurdıstanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiyên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê, Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Tevgera Damokratên Kurdistan (Tevger), Pêlkurd û PDK Bakur, bi daxuyaniyeke hevpar, ragihandin ku referandûma serxwebûnê, îredaya Kurdên li Başûrê Kurdistanê ye û wê îradeyê dilê hemû Kurdan xweş kiriye.

Serokê PAKê Mistefa Ozçelîk di daxuayniya hevbeş de daxuyand, wek dema hatiye kirin piştgirî dane, niha piştgirê encamên ku derketine dikin û kirina referandûmê ji bo diyarbÛyîna îradeya gelên Kurdistanê girîng dibînin.

Serokê PSKê Mesûd Tek jî da zanîn ku ew helwest û êrişên li dijî wê îradeyê şermezar dikin û bi referandûma serxwebûnê, gelên li başûrê Kurdistanê tapûya îradeya xwe ji bo hemû cîhanê ragihandine û divê ji niha û pê de jî Kur dli wan destkeftiyan xwedî der bikevin.

5 partiyên Bakurê Kurdistanê
Fly Erbil Advertisment