Li mizgefteke Bedlîsê wergera Kurdî ya ayetên Quranê hat rakirin

Li bajarê Bedlîsê wergera sûretekî ji Quranê ku bi Tirkî, Kurdî, Almanî û Îngilîzî wergerên wî hebûn û li ser dîwarên mizgeftekê bû, wergera bi Kurdî hat rakirin.

Ji nav wergerên sûretekî Quranê, wergera Kurdî hatiye derxistin
Ji nav wergerên sûretekî Quranê, wergera Kurdî hatiye derxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Bedlîsê wergera sûretekî ji Quranê ku bi Tirkî, Kurdî, Almanî û Îngilîzî wergerên wî hebûn û li ser dîwarên mizgeftekê bû, wergera bi Kurdî hat rakirin. Piştî ku wergera Kurdî ya sûretê hat rakirin, li ser medyaya civakî, bertek û nerazîbûn, li hember Diyaneta Tirkiyeyê hatin nîşandan.

Li gel rewşembîr û nivîskarên Kurd, siyasetmedaran jî bertek nîşanî Rêvebiriya Karên Diyaneta Tirkiyeyê dan. Parlamenterê HDP Omer Gergerlioglu li ser vê mijarê, ji Diyaneta Tirkiyeyê pirsî ‘gelo Xweda bi Kurdî nizane?’ Gergerlioglu bal kişand ku ji %90 welatiyên Bedlîsê Kurd in û hûn li mizgeftan destûr didin, Îngilîzî, Fransî, Almanî û Rûsî, lê Kurdî qedexe dikin.

Serokê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu jî bertek nîşan da ku ji zimanê biyaniyan re her hêsankarî tê kirin û perwerdehî jî tê dayîn, lê Kurdî nikare bibe zimanê perwerehiyê.

Bi taybetî li îbadetxaneyan rakirina Kurdî û guhartina navê Kurd û Kurdî, her carê li bajêr û devreke Bakurê Kurdistanê dibin mijara nerazîbûnan. Berê jî mizgefteke bi navê ‘Mizgefta Kurd’ ku li bajarê Kîlîsê bû, navê wê hatibû guhartin û kiribûn Mizgefta Tirk.

Ew helwestên Saziya Diyanetê ya Tirkiyeyê bi nerazîbûnên tund tên pêşwazîkirin.

Fly Erbil Advertisment