Li ser geştên bi rêya balafiran biryareke nû
Desthilata Firokevaniyê ya Iraqê li ser geştên ji balafirgehan ve biryar da, ku bêyî karta vaksînê, ji welatiyan re ji bo geştê rê nayê dayîn.

Hewlêr (K24) – Desthilata Firokevaniyê ya Iraqê li ser geştên ji balafirgehan ve biryar da, ku bêyî karta vaksînê, ji welatiyan re ji bo geştê rê nayê dayîn.
Desthilata Firokevaniyê ya Iraqê eşkere kir; ji destpêka meha bê ve, her geştyarek karta vaksînê pê re nebe, rê nayê dayîn ku ji balafirgehê ve geşta xwe bike.
Li gor rênimayên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, her kesek du dozên vaksînê werbigre, karta zîrek a vaksînê jê re tê dayîn. Li ser karta zîrek a vaksînê barkodek heye û li hemû welatan tê qebûlkirin.