Li Herêma Kurdistanê şeş roj betlaneya fermî hat ragihandin
Li ser daxwaza Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, ji 6ê vê mehê heta 11ê mehê li navendên perwerdehiyê dê betlaneya fermî be.

Hewlêr (K24) – Li ser daxwaza Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, ji 6ê vê mehê heta 11ê mehê li navendên perwerdehiyê dê betlaneya fermî be.
Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand: “Komîsyona Bilind a Hilbijartinan daxwaz kir ku ji bo dengdanê çend roj zêdetir dibistanan bispêrin wan. Îro fermaneke wezarî li ser vê mijarê derket, ji roja 6ê Cotmeha 2021ê heta 11ê Cotmeha 2021ê li dibistanên hikûmetê dê betlaneya fermî be, roja 12ê Cotmehê dibistan vedibin.”
Alan Heme Seîd destnîşan kir: “Roja 10ê Cotmehê proseya dengdanê dê birêve biçe, lê belê pêwîstiya Komîsyonê bi roja 11ê mehê jî heye, loma li dibistanan 12ê mehê ders dest pê dikin.”