Atletico Madrid birînên Barcelona kûrtir dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Di gera heştemîn a La Lîgayê de, Atletico Madrid birînên Barcelona kûrtir kirin û bi encama (2 - 0) bi ser ket.
Di gera heştemîn a La Lîgayê de, Atletico Madrid şeva borî mêvandariya Barcelona li stadiuma Metropolitano kir û bi encama (2 - 0) bi ser ket.
Destpêkê Thomas Lemar di xuleka (23) de gola Atletico Madrid tomar, piştre di xuleka (45) de Luis Suarez gola duyem di tîma xwe berê de tomar kir.
Bi vê serkeftinê, Atletico Madrid puanên xwe ji bo 17 puanan bilind kirin û di rêza duyem li piştî Real Madrîd cih girt ku ew jî dê îro li bajarê Barcelona rûbirû tîma Espanyol bibe.
Li hemberê jî, Barcelonayê di lîgê de rastî yekem şikestina xwe hat û di rêza La Liga de bi 12 puanan daket rêza dehemîn.
Atletico Madrid bi serokêşiya Luis Suarez, dibe ku mîxê dawiyê di tabûta rahênerê Barcelona Ronald Koeman de kuta be, bi taybet ku Barcelona ji du têkçûnên li ser hev di Champions League de tê, ya yekem li ser erdê xwe li pêş Bayern Munich û ya duyem jî li pêş Benfîka. Di her du lîstikan de Barcelona bi encama (0 - 3) têk çûbû.