Mesrûr Barzanî: Êdî Enkawa li Rojhilata Navîn dibe navçeya herî mezin a Mesîhiyan
"Îro min biryar da, desthilata îdareya Enkawa bidin nişteciyên wê."

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; Enkawa li Rojhilata Navîn dibe navçeya herî mezin a Mesîhiyan û diyar kir; êdî desthilata wê navçeyê didin destê nişteciyên wê û derfeta zêdetir ji wan re tê dayîn ku bingeha ola xwe li wê navçeyê deynin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser mijara navçekirina Enkawa ragihand: “Îro min biryar da, desthilata îdareya Enkawa bidin nişteciyên wê. Ev pêngav mafê hilbijartin û diyarkirina berpirsên Enkawa dide Mesîhî û pêkhateyên din ên navçeyê, da ku bikarin îdareya bajêr birêve bibin.”
Mesrûr Barzanî tekez kir: “Êdî Enkawa li Rojhilata Navîn dibe navçeya herî mezin a Mesîhiyan. Piraniya nişteciyên wê ji destê zilm û tundiyê ji Neynewa, Bexda û Sûriyê ve aware bûn û berê xwe dan Herêma Kurdistanê. Me bi germî pêşwaziya wan kir. Niha jî em derfeta wê yekê didin wan ku zêdetir bi kirdeyî bingeha ola xwe li wê navçeyê deynin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku serdana nexweşxaneya taybet a Meryamana ya li Enkawayê kiriye, ku bi 20 milyon dolaran ji aliyê Dêra Katolîk a Kildanî û bi alîkariya Amerîka û Ewropayê ve hatiye avakirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê erd û xizmetguzariyên din ji bo wê dabîn kirine, da ku bibe navendeke tendirustiyê û xelk bikarin sûdê jê bibînin.
Today, I have decided to place the Ainkawa district of Erbil under administrative control of its Christian residents. This move gives Christians, and other groups, rights to nominate civic leaders, appoint officials, manage their own security and directly shape their destinies. pic.twitter.com/5wD6Pso69C
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) October 4, 2021