Muna Qehwecî: Mafên Tirkmenan bi piştevaniya Serok Barzanî hatine bidestxistin
"PDK çi li ser asta fraksiyonên parlamentoyê, çi li ser asta partî weke polîtburoyê, her dem piştevanên serxistina pêkhateya Tirkmen bûne."

Hewlêr (K24) – Cîgira Serokê Partiya Reformê ya Tirkmen Muna Qehwecî li ser dengdana pêkhateya Tirkmen destnîşan kir; çend roj berê hemû partî û aliyên Tirkmenî civiyan û bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ragihandin.
Muna Qehwecî diyar kir; pêkhateya Tirkmen baweriya wan bi pêkvejiyan û yekrêziyê heye, mafên ku ji bo Tirkmenan hatine desteberkirin, bi piştevaniya Serok Barzanî bûye, ji bilî vê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) çi li ser asta fraksiyonên parlamentoyê, çi li ser asta partî weke polîtburoyê, her dem piştevanên serxistina pêkhateya Tirkmen bûne.
Qehwecî eşkere kir ku dengdana bo Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), piştevanîkirin e li parastina statuya Herêma Kurdistanê ku ev ji bo pêkhateya Tirkmen girîng e.