Lîgeya Netewên Ewropî.. Îspanya heyfa xwe li Îtalyayê veda

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Îspanyayê heyfa xwe li Îtalyayê vedide û di nîv-fînala qehremaniya Lîgeya Netewên Ewropî “UEFA Nations League” de bi encama (2 - 1) bi ser dikeve.

Hilbijartdeya Îtalyayê di nîv-fînala Lîgeya Netewên Ewropî de li stadiuma San Siro a bajarê Milanê mêvandariya hilbijardeya Îspanyayê kir û bi encama (1 – 2) têk çû.

Lîstikvanê Îspanî Ferran Torres di xuleka (17 û 45+2) de her du gol tomar kirin. Piştre Lorenzo Pellegrini di xuleka (83) de gola tekane ya Îtalyayê tomar kir.

Bi vê encamê, Îspanyayê heyfa têkçûna xwe ya li hember Îtalyayê di qonaxa nîv-fînala UEFA EURO 2020  de veda. Herwiha zincîreya Îtalyayê ya 37 lîstên bê têkçûn rawestand.

Îspanya di fînala Lîgeya Netewên Ewropî de, dê rûbirûyî serkeftiya ji lîstika Fransa û Belcîka bibe ku dê îro Pêncşemê rûbirûyî hev bibin.

Fînala Lîgeya Netewên Ewropî dê roja 10ê Cotmehê li stadiuma San Siro a Milanê were lîstin.