Mesrûr Barzanî sayloya bajarê Kelarê vedike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serdana îdareya serbixwe ya Germiyanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Cotmeha 2021ê serdana îdareya serbixwe ya Germiyanê dike û di merasîmekê de Sayloya bajarê Kelarê vedike.

Sayloya Kalar bi 21 milyar Dînar hatiye dirustkirin ku karîna wê ya embarkirina 40 hezar ton genim heye û dikare ji bo heyama 5 salan genim tê de were rakirin. Herwiha karîna wêya testkirin û diyarkirina cure û kalîtiya genim jî heye.

Bajarê Kelarê navenda îdareya serbixwe ya Germiyanê ye û li ser çemê Sîrwan dikeve û zêdetir ji 250 hezar kes lê niştecih dibin.