Fransa ji Belcîkyayê bir û gihîşt fînala Lîgeya Netewên Ewropî

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Fransayê şeva borî di nîv-fînala Lîgeya Netewên Ewropî de bi ser hilbijardeya Belcîkyayê ket û di fînalê de rûbirûyî Îspanyayê dibe.

Tevî ku Belcîkyayê destpêkê du gol bi riya Yannick Ferreira Carrasco û Romelu Lukaku di xulekên (37 û 40) de tomar kirin, lê belê Fransa di nîvê duyem de serî hilda û (3) gol tomar kirin. 

Karim Benzema, Kylian Mbappe û Theo Hernandez golê Fransayê di xulekên (62, 69 û 90) de tomar kirin û encam (3 – 2 ) ji bo berjewendiya xwe veguhartin.

Firansa dê roja 10ê Cotmehê di fînala Lîgeya Netewên Ewropî “UEFA Nations League” de li stadiuma San Siro a Milanê rûbirûyî Îspanyayê bibe.