“Big Ramy” yê Misrî çareke din bû lehengê Mr. Olympia
Navenda Nûçeyan (K24) – Memduh Al-Subaie yê Misrî “Big Ramy” ji bo cara duyemîn li ser hev, bû lehengê Mr. Olympia yê bedenparêziyê.
Pêşbirka Mr. Olympia, pêşbirka herî mezin û navdar a bedenparêziyê ye, fînala wê li wîlayeta Floridaya ya Amerîkî birêve çû.
Big Ramy wek lehengê nasnava sala 2020 beşdarî vê pêşbirkê bû.
Serkeftina lehengê Misrî Big Ramy dîsa li ser hesabê hevrikê wî yê Amerîkî Brandon Curry, lehengê çapa 2019an bû ku sala par jî li ser hesabê wî bûbû lehengê vê pêşbirêkê.
Di dîrokê de ev cara yekem e ku werzîşvanekî Ereb-Afrîkî du caran nasnavê "Mr. Olympia" bi dest dixe.
Pêşbirka Mr. Olympia di Federasyona Navdewletî ya Bedenparêziyê û Laşciwaniyê (IFBB) de nasnavê profesyonel a herî mezin e. Çapa yekem sala 1965an de li Bajarê New Yorkê hatibû lidarxistin.