Kazimî: Cîgirê Ebûbekir Bexdadî hat desteserkirin

Cîgirê Rêberê DAIŞê Ebûbekir Bexdayî û berpirsê darayî yê wê rêxistinê Samî Casim hate desteserkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand, cîgirê Rêberê DAIŞê û berpirsê darayî yê wê rêxistinê, li derveyî Iraqê hat desteserkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Twittera xwe belav kir, “Di dema ku çavên lehengên me yên hêzên ewlehiyê ji bo parastina hilbijartinan hişyar bûn, milê wan ê rastîn di îstîxbaratê de yek ji dijwartirîn operasyonên îstîxbaratê li derveyî sînor dikir.”

Kazimî aşkere kir, îstixbarata Iraqê cîgirê Rêberê DAIŞê Ebûbekir Bexdayî û berpirsê darayî yê wê rêxistinê Samî Casim hate desteserkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, cihê operasyona ku li derveyî sînor pêk hatiye, eşkere nekir.