Sedir: Hikûmeta bê dê hêza Iraqê vegerîne
Rêberê Tevgera Sedirê radigihîne, hikûmeta bê ya Iraqê dê ne ser bi rojhilat û ne ser bi rojava ve be.
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedirê radigihîne, hikûmeta bê ya Iraqê dê ne ser bi rojhilat û ne ser bi rojava ve be.
Muqteda Sedir li twittera xwe nivîsî, hikûmeta bê ya Iraqê dê ne ser bi rojhilat û ne ser bi rojava ve be û dê hêza Iraqê vegerîne.
Herwiha Muqteda Sedir dijayetiya xwe ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Îsraîlê re dubare kir.
Rêberê Tevgera Sedirê daxwaz ji alîgirên xwe kir xwe rabigirin û berjewendiyên giştî li ber çavên xwe bigirin,
Ev di demekê de, li gor encamên hilbijartinên Iraqê, bloka Tevgera Sedirê kursiyên herî zêde yên Encûmena Nûneran a Iraqê bi dest xistine.