Enqerê li ser daxwaza berdana Kavala gazî balyozên 10 welatan kir
Wezareta Derve ya Tirkiyê ji ber daxuyaniya balyozên 10 welatan a derbarê doza Osman Kavala de, balyozên wan welatan gazî wezaretê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Tirkiyê ji ber daxuyaniya balyozên 10 welatan a derbarê doza Osman Kavala de, balyozên wan welatan gazî wezaretê kir.
Li gor ajansa AA ya Tirkiyê, balyozên li Enqerê yên welatên Amerîka, Almanya, Danîmarka, Fînlandiya, Fransa, Holanda, Swêd, Kanada, Norwec û Zelanda Nû ji ber daxuyaniya li ser doza Osman Kavala, bo wezaretê hatine gazîkirin.
Balyozên welatên navborî, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî diyar kiribûn ku doza derbarê Osman Kavala de, li dijî serdestiya demokrasî û hiqûqê ya li Tirkiyê ye û bang kiribûn ku Osman Kavala were berdan.
Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir: “Hejmarek balyozên li Enqerê, duh bi şev li derveyî rêkarên dîplomatîk, daxuyaniyeke hevbeş dan û ew balyoz vê sibê bo Wezareta Derve hatin gazîkirin.”
Wezaretê destnîşan kir: “Ev daxuyaniya bêhed ku li ser pêvajoyeke hiqûqî ya ji aliyê darizandina serbixwe ve tê meşandin hatiye kirin, nayê qebûlkirin.”