Xwendekara yekem: Em kêfxweş in ku Serokwezîr ligel me amade ye

Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî merasîma xelatkirina xwendekarên serkeftî birêve çû.

Vêsta Ferhan Seîd, xwendekara yekem bi nûnertiya xwendekarên deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê
Vêsta Ferhan Seîd, xwendekara yekem bi nûnertiya xwendekarên deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê

Hewlêr (K24) – Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî merasîma xelatkirina xwendekarên serkeftî birêve çû û xwendekara yekem li ser navê xwendekarên Kurd ên li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di merasîmê de axivî û spasiya piştrevaniyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.

Xwendekara pileya yekem Vêsta Ferhan Seîd di axaftina xwe de diyar kir: “Em soz didin ku em ê hemû şiyanên xwe bi kar bînin ji bo xizmeta Kurdistanê. Em spasiya piştevaniya Hikûmet û Wezareta Perwerde û mamosteyan dikin.”

Vêsta Ferhan Seîd kêfxweşiya xwe ji bo vê merasîmê û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê merasîmê de nîşan da û got: “Em kêfxweş in ku Serokwezîr ligel me amade ye û beşdarî vê merasîmê bûye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe ya merasîmê de pîrozbahî li xwendekarên yekem ên pola 12 a amadehî, malbatên xwendekaran û mamosteyan kir û hêvî xwast ew xwendekar bi heman awayî li zanîngehê jî serkeftî bin.

Herwiha diyar kir: “Hêvîdar im xwendin ne tenê ji bo xwendinê be, divê bi riya xwendinê welatê xwe avedan bikin û zemîneyeke baştir amade bikin, ji bo hûn di pêşerojê de bibin serkirde, rêber û mamosteyên baş ji nifşên bê re.”

Mesrûr Barzanî daxwaz ji xwendekaran kir jî, di vê qonaxê û qonaxên pêş de sê tiştan li ber çavên xwe bigirin û got: “Niştimanperwerî, jiyandostî û jîngehdostî li ber çavên xwe bigirin.”

Fly Erbil Advertisment