Hikûmeta Sûriyê 24 kes bidarve kirin
Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand; hikûmeta Şamê biryara bidarvekirinê bi ser 24 kesan de sepand.
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand; hikûmeta Şamê biryara bidarvekirinê bi ser 24 kesan de sepand, ku destê wan li paş bûyerên şewitandina çend deverên Sûriyê hebû.
Ajansa SANA eşkere kir: “Şeva borî 24 tawanbar hatin bidarvekirin, ji ber encamdana çend kiryarên terorîstî yên şewitandinê, ku di wan bûyeran de çend kesan canê xwe ji dest dabûn û gelek zirarên maddî gihiştibûn jêrxana Sûriyê.”
Herwiha ragihand: “Ew 24 kes di dema şewitandinên dawiya havîna borî de, maddeyên sotemenî yên bihêz bi kar anîne û ji ber vê yekê zirareke mezin li serweta giştî û taybet gihiştiye.”