Tueller: Bêyî destwerdana derve, xelkê Iraqê dikarin welatê xwe îdare bikin

Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller ragihand; Neteweyên Yekbûyî ji bo serkeftina hilbijartinên Iraqê bi dehan milyon dolar xerc kirine.

Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller
Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller ragihand; Neteweyên Yekbûyî ji bo serkeftina hilbijartinên Iraqê bi dehan milyon dolar xerc kirine.

Matthew Tueller beşdarî panela MERI ya li Hewlêrê bû û di panelê de ragihand; Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, di birêvebirina hilbijartineke baş de bi ser ket.

Tueller diyar kir; bêyî destwerdaneke derveyî, xelkê Iraqê dikarin welatê xwe îdare bikin.

Herwiha destnîşan kir ku Amerîkayê bi dehan rêyan alîkariya Iraqê kiriye û piştevaniya xwe jî didomîne.

Ji bo gotûbêjkirina nexşeya siberoja Iraqê û alîkarîkirina vî welatî ji aliyê rêxistinên navdewletî ve, Enstîtuya Rojhilata Navîn a Lêkolînê (MERI) bi amadebûna 250 kesayetên siyasî yên Iraqî, panelek rêkxist û Balyozê Amerîkayê beşdar bû.

Fly Erbil Advertisment