Baroya Diyarbekirê desteserkirina Cemîl Taşkesen şermezar kir
Cemîl Taşkesen ku ji Meral Akşener re got 'Ev der Kurdistan e', îro hat desteserkirin.

Diyarbekir (K24) - Baroya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê, desteserkirina welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen ku li Misircê ya navçeya bajarê Sêrtê ku ji seroka Partiya İyî Meral Akşener re gotibû: ‘em Kurd in, em hene lê tên înkar kirin û ev erdnîgarî jî Kurdistan e û ew jî nayê qebûl kirin’ şermezar kir.
Baroya Diyarbekirê daxuyandiye ku ciyê şermezarî û nerazîbûnê ye ku welatiyên Kurd ji ber nasname, ziman û erdnîgariya xwe Kurdistanê; dibin mijarên lêpirsînan û tên desteserkirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji ber peyva "Kurdistanê" li Cemîl Taşkesen lêpirsîn hatiye destpêkirin û hatiye desteserkirin û hat ragihandin ku Cemîl Taşkesen, rastiyeke li holê û dîrokî bilêv kiriye û nayê qebûl kirin ku welatî ji ber ku navê welatên xwe dibêjin bên desteserkirin û darezandin.
Cemîl Taşkesen, di 28’ê Cotmehê de li Sêrtê serdanan kiribû, li dikana wî serdan wî jî kiribû. Cemîl Taşkesen wek gazinc wiha gotibû: “zimanê me tê înkarkirin,nasnameya me tê înkar kirin, Kurdistan tê înkarkirin û em li dijî van helwesta ne. Ev ciyê ku hûn lê ne jî Kurdistan e, lê mixabin li parlamentoyê hebûna Kurdistan tê înkar kirin.’
Îro yanî 29’ê Cotmehê de jî ji ber wan axaftinên xwe Cemîl Taşkesen ji aliyê dozgeriya Komarî ya Sêrtê ve hatibû desteser kirin.