Welatiyê ji Meral Akşener re gotibû 'Ev der Kurdistan e' hat berdan

Cemîl Taşkesen ku li Sêrtê ji Seroka IYI Partiyê Meral Akşener re gotibû, “Ev der Kurdistan e” îro bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” hatibû desteserkirin.

Cemîl Taşkesen îro danê êvarê hat berdan
Cemîl Taşkesen îro danê êvarê hat berdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Cemîl Taşkesen ku li Sêrtê ji Seroka IYI Partiyê Meral Akşener re gotibû, “Ev der Kurdistan e” û îro bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” hatibû desteserkirin, hat berdan.

Seroka IYI Partiyê Meral Akşener, roja pêncşemê 28ê Cotmehê serdana Sêrtê û navçeya Misircê kiribû û li nav bazara bajêr geriyabû.

Li navçeya Misircê di dema serdana esnafan de welatiyekî ji Meral Akşener re got, “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”

Piştî van gotinan ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê ve bi tometa `propagandaya rêxistina terorê` lêpirsîn derbarê wî welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen de hat destpêkirin û Taşkesen di saetên sibeha îro de li mala xwe hat desteserkirin.

Cemîl Taşkesen piştî îfadeya wî hat wergirtin ku bi propagandaya terorê hatibû tohmetbarkirin, îro danê êvarê hat berdan.

Fly Erbil Advertisment