Sedir baregehên Seraya El-Selam li çend parêzgehan digire
Saraya El-Selam grûpeke çekdar a girêdayî Tevgera Sedir e û lîwayên wê di nav Heşda Şeibî de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir girtina hemû baregehên grûpa “Saraya El-Selam” ji bilî li 4 parêzgehan ragihand.
El-Sedr di daxuyaniyekê de got: “Di gava yekem de, biryar hat girtin ku ji bilî parêzgehên Necef, Kerbela, Selahedîn (Samara) û paytext Bexda, hemû baregehên Seraya El-Selam bêne girtin.”
Herwiha got: “Li parêzgehên, Necef, Kerbela, Selahedîn û Bexdayê qedexe ye çek bêne hilgirtin, eger ne bi hevahengiya ligel hêzên ewlehiyê be.”
Ev biryara Sedr weke "nehîştina gotegotên dibêjin ku Rêberê Tevgera Sedrê welat bi riya mîlîşyayan birêve dibe" hat nirxandin.
Saraya El-Selam grûpeke çekdar a girêdayî Tevgera Sedir e û lîwayên wê di nav Heşda Şeibî de ne, piştî kontrolkirina parêzgeha Nînewayê ji aliyê DAIŞê ve, hat avakirin.