Kesayetiya welatparêz a Efrînê Ezet Kurdî koça dawî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kesayetiyeke welatparêz û Kurdperwer ji dest da.
Kesayetiya niştimanperwer û endamê Komîta Herêmî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Ezet Kurdî duhî ji ber krîzeke dil, li nexweşxaneya Dêrsim a Efrînê koça dawî kir.
Ezet Kurdî sala 1950 li gundê Memila yê Efrînê ji dayik bû, di ciwaniya xwe de tevlî tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê bûbû û bi dirêjahiya jiyana xwe, xizmeta gel û doza Kurdî xebat dikir.
Ezet Kurdî ji ber kar û xebata xwe, rastî gelek astengiyan ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibû ku 3 caran hatibû binçavkirin û ji karê mamostetiyê jî hatibû dûrxistin.
Li gor zanyariyên K24ê ji malbata Kurdî wergirtine, mamoste Ezet Kurdî, di dema Rêveberiya Xweser 2 caran û di dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û gûrpên çekdar ve jî careke hatibû binçavkirin.