Rûmal

Hevpeymaniya Dewleta Yasa gefa sizadanê li Komîsyona Hilbijartinan dixwe

"Divê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê têkçûna xwe di rêvebirina proseya hilbijartinan de ragihîne."

Navenda Nûçeyan (K24) – Xalid Esedî, serkirdeyê li Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malikî ragihand; divê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê têkçûna xwe di rêvebirina proseya hilbijartinan de ragihîne, egerna em ê rêya yasayî ji bo sizadanê pêk bînin.

Xalid Esedî diyar kir ku xwepêşandanên berfireh li dijî ragihandina encaman hene û Komîsyon ji lîstin û sextekariya proseya hilbijartinan berpirsyar e.

Herwiha destnîşan kir ku eger Komîsyon bersiva daxwazan nede, ew ê rêkarên yasayî pêk bînin.

Beriya niha Hevpeymaniya Dewleta Yasa ragihandibû ku divê Komîsyon dengên hemû wêstgehên dengdanê bi destan bijmêre.