Encamên hejmartina bi destan a dengên Hewlêrê aşkere bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Komisyona Hilbijartinên Iraqê dengên Hewlêr û çend parêzgehên din bi destan dike û encamên hejmartina bi destan a Hewlêrê wek ya encamên eliktironî bû.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Şivan Cebarî da zanîn, encamên hejmartina bi destdan a dengên 28 navendên Hewlêrê % 100 wek encamên hejmartina eliktironî bûn.
Pêştir Komisyona Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihandibû, îro Yekşemê 31ê Cotmehê dest bi hejmartana bi destan a dengên parêzgehên Hewlêr, Kerkûk, Kerbela, Qadisiye û Enbarê dikin.