Sedir daxwaza pêkanîna hikûmeteke piraniya niştimanî

Sedir: Tiştê divê ji bo welat were kirin, pêkanîna hikûmeteke piraniya niştimanî ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedir li Iraqê Muqteda Sedir daxwaza pêkanîna hikûmeteke piraniya niştimanî dike.

Sedir li Twittera xwe ragihand, ti nakokiyên wan bi ti kesî re nîn in, tiştê divê ji bo welat were kirin jî, pêkanîna hikûmeteke piraniya niştimanî ye.

Got jî, divê Encûmena Nûneran ji du bereyan desthilat û hikûmetê hebin.  Desthilat hikûmetê pêk bîne û çaksaziyan di warên siyasî, hikûmî, xizmetan û dîplomasî de bike.

Rêberê Tevgera Sedir destnîşan kir jî, aliyê opozîsyon jî dê nêrîna wan li ber çavan were girtin û ew nayin piştguhkirin.

Sedir diyar kir jî, eger ew li kîjan alî bin jî, ti pirsgirêk li cem wan nîne, ji ber ku her du alî ji bo xizmeta welat dixebitin.

Di hilbijartinên 10ê Cotmeha borî a Encûmena Nûneran a Iraqê de, Tevgera Sedir 73 kursî bi dest xistin û wek mezintirîn koma parlamentoyê hat destnîşankirin.