PKKê Mezlûm Ebdî ji fermandariya HSDê dûr xist

PKKê dest bi guhertinan di nava rêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – PKKê dest bi guhertinan di nava rêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kiriye û Fermandarê Giştî ya HSDê Mezlûm Ebdî da aliyekî û kesekî din li şûna wî erkdar kir.

Jêderekî ji nava HSDê ji Kurdistan24ê re ragihand, bi fermana PKKê, Fermandarê Gistî yê HSDê Mezlûm Ebdî di postê xwe de nemaye û niha ew tenê weke hevahengkar di navbera HSD û Hevpeymaniya Navdewletî de maye.

Li gor jêderê K24ê, Mehmûd Reş li şûna Mezlûm Ebdî hatiye erkdarkirin ku kesekî nêzîkî Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik e û berî niha di hevdîtineke xwe de gefa êrîşkirina li ser Herêma Kurdistanê xwaribû.

Heta niha HSDê bi fermî behsa van guhertinan nekiriye, herwiha ew nûçe jî red nekiriye.

Her çend e serkirdeyên PKK bi berdewamî dibêjin ew destêwerdanê di biryarên Rêveberiya Xweser û HSDê de nakin, lê ev guhetinên bi fermana wê, rastiya destêwerdana PKK û bi taybet Cemîl Bayik di nava karûbarên Rojavayê Kurdistanê de piştrast dike.

Ev yek di demekê de ye, berî çend rojan Bayik di hevpeyvîneke xwe de gotibû, ew nikarin li dijî Beşar Esed û Sûriyê rawestin û her çiqas helwesta Esed li beramberî Kurdên Rojava nerênî be jî, ew ji ber dostaniya di navbera Rêberê PKKê Abdulla Ocalan û malbata Esed de naxwazin li dijî Esed bin.

Di heman hevdîtinê de Bayik daxwaz kiribû, tevahiya hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin û di nava wan de Amerîka jî. Ev di demekê de ye ku çavdêrên siyasî li ser wê yekê tekez dikin, hebûna Amerîka li herêmê, dê rê li ber derbasbûna Tirkiyê bo herêmên Kurdî bigire.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl jî piştî van daxuyaniyên Bayik gotibû, ew amade ne biçin Şamê û bi rêjîma Esed re rûnin. Aldar Xelîl bi aşkere gotibû, kesê li Şamê hikum dike, nûneratiya Sûriyê bi giştî dike.

Daxuyaniyên serkirdeyên PKKê, rewşa li Rojavayê Kurdistanê aloztir dikin, bi taybetî ku niha Tirkiyê gefa destpêkirina operasiyoneke leşkerî ya nû li Rojava dixwe. Di heman dem de metirsî jî heye hikûmeta Sûriyê careke din vegere û deverê kontrol bike.

Fly Erbil Advertisment