Encûmena Dadweriyê: Kurd bi berdewamî qurbaniyên destê terorê bûn
Serokê Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma Lêkolînên Navdewletî yên DAIŞê (UNITAD) kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê, dadwer Ebdulcebar Ezîz Hesen pêşwazî li Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma Lêkolînên Navdewletî yên DAIŞê (UNITAD) Christian Richard kir.
Di civînê de, Serokê Tîma UNITAD ragihand, ew wek tîma UNITAD ji hevkarî û hevahengiya tîma Encûmena Dadweriyê razî ne û kar û erkên wan li gor pîver û standardên cîhanî ne.
Ragihand jî, komkirina belge û dekomantên tawanên DAIŞê, armanca sereke ya UNITAD e û amadehiya xwe ji bo bihêzkirin û bilindkirina asta karînên dadwer, endamên dadweriya giştî û lêkolînerên dadwerî, bi riya xuleyên rahênanê nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Encûmena Dadweriyê ragihand, Kurd bi berdewamî bûne qurbaniyên destê teror û tundûtûjiyê, dawî nimûne jî rêxistina DAIŞê bû, ji ber wê wan wek Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe didin, ta ku terorist cezayên xwe werbigirin.
Serokê Encûmena Dadweriyê kurteyek li ser çawaniya dadgehkirina tawanbarên DAIŞê ji tîma UNITAD re pêşkêş kir û ragihand, Herêma Kurdistanê hewl dide dageheke taybet ji bo dadgehkirina tawanbarên DAIŞê damezirîne û ji bo vê mebestê jî daxwaz ji Serokê tîma UNITAD kir, piştavaniya Herêma Kurdistanê bike.
Di dawiya civînê de, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya hevkarî û hevahengiyê di navbera wan de kir.