HDPê di salvegera 4ê Mijdarê de daxuyaniyeke çapemeniyê da

Di salvegera 4ê Mijdarê de ku Selahaddîn Demîrtaş û parlamenterên HDPê yên wê demê hatibûn binçavkirin, HDPê li Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Diyarbekir (K24) - Di salvegera 4ê Mijdarê de ku Selahaddîn Demîrtaş û parlamenterên HDPê yên wê demê hatibûn binçavkirin, HDPê li Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hat amajekirin ku operasyona 4ê Mijdarê hember îradeya gelê Kurd hatibû kirin, lê Kurd têk neçûn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê di salvegera 4ê Mijdarê de civînek çapemeniyê li dar xist ku 5 sal berê 4ê Mijdarê de Selehaddîn Demîrtaş û parlamenterên wê demê yên HDPê hatibûn binçavkirin.

Di dema daxuyaniya çapemeniyê de hêzên ewlekariyê jî bergiriyên berfireh yên ewlekariyê standin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDPê yê Şaxa Diyarbekir Zeyad Ceylan ve hat xwendin û Ceylan amaje kir ku piştî hilbijartina 7ê Hezîranê wek tolhildanekê operasyona 4ê Mijdarê hat li darxistin.

Zeyad Ceylan diyar kir: “Xwestin bi operasyonên binçavkirin û girtinan me bitirsînin. Lê em ê bi biryardarî li ser meşa xwe berdewam bin.”

Rayedar û parlamenterên HDPê balê dikêşin ku her çiqas bi operasyona 4ê Mijdarê hatibe xwestin ku HDP û îradeya Kurdan were qelskirin, ev yek bi ser neketiye.

Parlamentera HDPê ya Diyarbekir Remziye Tosun anî zimên desthilatê erken dewletê bo berjewendiyên xwe bi kar aniye.

Remziye Tosun ji K24ê re ragihand: “Tirsa wan ew bu ku HDP bibe îqtîdar. Xwestin HDP qir bikin. Lê bi ser neketin, HDP neqediya, hevserok neqediyyan û HDP dê bibe desthilat.”

Di 4ê Mijdara sala 2016an de Hevserokên HDPê yên wê demê Selahaddîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî tê de 11 parlamenter hatibûn binçavkirin 9 parlamenter hatibûn girtin ku Selahaddîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hîn di girtîgehê de ne.