Hêzên şerker ên Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê vedikişin

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ragihand; dawiya îsal hemû hêzên şerker ên biyanî ji Iraqê vedikişin.

Hejmarek hêzên biyanî di dema vekişînê de
Hejmarek hêzên biyanî di dema vekişînê de

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ragihand; dawiya îsal hemû hêzên şerker ên biyanî ji Iraqê vedikişin.

Ofîsa Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand; civîna duyem a teknîkî ya serbazî di navbera Iraq û Hevpeymaniya Navdewletî de birêve çû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku erkê dahatû yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraqê dibe erkê şêwirmendî û rahênan û şiyansaziya serbazî ya Iraqê û dawiya îsal hêzên şerker ên biyanî ji Iraqê derdikevin û hejmarek civînên din dê ji bo vê mebestê di navbera her du aliyan de werin encamdan.

Di civînê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku hikûmeta Iraqê pabend dibe bi berpirsyariya parastina wan kesên biyanî ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de erkê wan şêwir û rahênana hêzên Iraqî ye, ji ber ku ew li ser daxwaza fermî ya Iraqê li vî welatî dimînin û di çarçoveya serweriya Iraqê û yasa û rêsayên navdewletî de kar dikin.

Civîna hevbeş a îro ya Iraq û Hevpeymaniya Navdewletî bi beşdariya Serokerkanê Artêşa Iraqê û fermandarên bilind ên hêzên esmanî, bejahî, berevaniya esmanî, hêzên deryayî yên Iraqê û herwiha Rêveberê Îstixbarata Serbazî û Nûnerê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê birêve çû.

Di civînê de nirxandinên pêwîst ji bo rewşa ewlehiyê ya Iraqê hat kirin û ew rêkar hatin destnîşankirin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li gor biryarên gotûbêjên stratejîk ên Iraq û Amerîkayê digre ber.