Li Bexdayê pevçûn di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de derket
Di xwepêşandanê de kesek hat kuştin.
Bexda (K24) – Îro înê li Bexdayê di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de û pevçûn derket û xwepêşanderan hewl dan ku derbasî nav Devera Kesk bibin, di encamê de hêzên ewlehiyê rûbirûyî wan bûn û çendîn kesên ji xwepêşanderan birîndar bûn.
Ji ber alozî û pevçûnên navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê, deriyên Devera Kesk a Bexdayê hatin girtin, hêzeke mezin li derdorê hatin belavkirin.
Li gor zanyariyên Nûçegihanê K24ê, di encama aloziyan de xwepêşanderek hat kuştin û zêdetirî 10 xwepêşander jî birîndar bûn.
Xwepêşandana alîgirên Heşda Şeibî piştî ragihandina encamên hilbijartinê dest pê kiriye û encamên hilbijartinan red dikin.
#بالفيديو
— قناة الانوار 2 (@alanwartv2) November 5, 2021
المتظاهرون السلميون يواجَهون بالرصاص الحي قرب وزارة التخطيط في المنطقة الخضراء بالعاصمة #بغداد #العراق pic.twitter.com/endOX8FeQX