Serokê Giştî yê PSKê: Binçavkirina Bayram Bozyel ne hiqûqî ye

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel vê sibê ji aliyê polêsên Tirkiyê ve li mala xwe hat desteserkirin.

Hewlêr (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek ragihand; binçavkirina Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, ne hiqûqî ye.

Mesûd Tek ji K24ê re diyar kir: “Em nizanim Bayram Bozyel ji ber çi hatiye girtin, heta 24 saetan parêzerên me nikarin pê re biaxivin, em nizanin gelo çi jê hatiye pirsîn û tohmeta wî çi ye.”

Tek destnîşan kir: “Ev (binçavkirin) ne hiqûqî ye, qanûnî ye, lê belê ne hiqûqî ye. Tirkiye welatekî wisa ye. Qanûn heye, lê hiqûq tune.”

Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek diyar kir: “Di sîstema dewleta Tirkiyê de, bi taybetî ya îro, her kesekî ku tiştekî ji sîstemê re bibêje û rexne lê bigre, rexne li îqtîdarê bigre, rexne li AK Partiyê bigre, weke terorîst an jî alîkarê terorê tê pênasekirin û tên desteserkirin û tên girtin.”

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel vê sibê ji aliyê polêsên Tirkiyê ve li mala xwe hat desteserkirin.

Li gor agahiyên peyamnêrê K24ê, di 8ê Mijdarê de ber destê sibê li Diyarbekir, Mêrdîn, Antalya û û Îzmîrê li 19 xalan operasyonên hemdem ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve hatine kirin.

Peyamnêrê me da zanîn, di encama operasyonan de, Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel di nav de, 18 kes hatine desteserkirin û  lêgerîn ji bo kesekî jî didome.

Desnîşan kir jî, li gel Bozyel, Rêvebirê Sendîqaya Karmendên Şaredariyan Tumbel-Senê Bakî Ondeş, rêvebirekî Sendîqaya Kedkarên Tendusitiyê SESê Gulhan Tekîn, Ji Sendîqaya Kedkarên Perwerdehiyê  Arzû Koç û Rêvebirê Jûra Endezyarên Makineyan Arîn Zumrut hatine binçavkirin.

Sedema desteserkirina siyasetmedar û sendîkakaran hêj nehatiye ragihandin. Lêpirsîna siyasetmedar û rêvebirên saziyên sivîl yên ku hatine desteserkirin, li xalên têkoşîna bi terorê berdewam dike. 

Fly Erbil Advertisment