Mela Bextiyar: Divê em Kurdistanê weke çavên xwe biparêzin

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar vegeriya Herêma Kurdistanê.

Hewlêr (K24) – Mela Bextiyar vegeriya Herêma Kurdistanê û ragihand; piştî kongreya çarem a partiya wî, wisa bû ku hinek kes hewla jinavbirina hevsengerên xwe dide û eşkere kir ku sibe li ser gora Celal Talebanî dê civîneke çapemeniyê li dar bixe û her tiştî bibêje.

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar di civîneke çapemeniyê de diyar kir: “Divê çarenûsa Herêma Kurdistanê weke bîbika çavên xwe biparêzin. Bile ti kes li benda guherîna helwestên min nebe, ez ê weke salên berê bimînim.”

Mela Bextiyar li ser jehkirina wî ji aliyê hevsengerên wî ve, diyar kir ku bersiva vê yekê hildigire û sibe di demjimêr 11:00 li ser gora Celal Talebanî biaxive.

Bextiyar eşkere kir: “Ez soz didim ku ez ê li dijî gendeliyê bibim û piştevaniya xelkê nerazî bidomînim. Ji ber ku hinava milet li hember wan birîndar bûye, bi çavekî vekirî jî em ê rexne li hemû karên xirab bigrin.”

Fly Erbil Advertisment