Li Qeretepe hejmarek gulleyên hawin ketin xwarê

Du welatiyên li Qeretepe vê êvarê di encama ketina hejmarek gulleyên hawin de birîndar bûn.

Qeretepe
Qeretepe

Germiyan (K24) – Du welatiyên li Qeretepe vê êvarê di encama ketina hejmarek gulleyên hawin de birîndar bûn.

Çavkaniyekî ewlehiyê li nahiya Qeretepe ji K24ê re ragihand; şeş gulleyên hawin arasteyî nahiya Qeretepe li sînorê navçeya Xaneqînê hatin kirin û ji wan du gulle li nêzîkî mala welatiyan ketin xwarê.

Herwiha diyar kir ku du kes di encama berketina parçeyên gulleyekê  de birîndar bûn.

Heman çavkanî eşkere kir ku gulleyeke din jî li ber mala welatiyekî ketiye û ziyana maddî gihandiye.

Fly Erbil Advertisment