HDPê li Diyarbekirê 3yemîn Kongreya Awarte li dar xist

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3. Kongreya Awarte ya Bajarê Diyarbekirê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl li dar xist.

Diyarbekir (K24) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3. Kongreya Awarte ya Bajarê Diyarbekirê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl li dar xist.

HDPê Sêyemîn Kongreya Awarte ya Diyarbekirê û bi şiyara "Emê bi berxwedana xwe tecrîtê bişkînin û jiyaneke demokratîk saz bikin" li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan di kongreyê de daxuyand ku ew wek HDP, hewla ku Tirkiyeke demokratîk pêk bînin didin û dê bi guhartina vê pergala ku êdî rizî bûye jî wê armancê pêk bînin. Buldan anî ziman ku Diyarbekir, di berdayîna siyasetê de, rolên sereke dileyîze û dê di 2023an de jî rêya siyasetê di Diyarbekirê re derbas bibe.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratî KCDê Berdan Ozturk jî anî ziman ku desthilatdariya ku niha Tirkiyeyê birêve dibe, teqrîben 7 sal e ku polîtîqayên li dijî hem Kurdên bakur, hem jî Kurdên hemû perçeyan dimeşîne, lê ew siyaset şaş bû û niha jî ber bi têkçûnê ve diçe.

Berdan Ozturk diyar kir: “Em careke din li sêyemîn kongreya awarte ya Diyarbekirê dibêjin, 7 sal e tiştê ku we nekir nema. Kuştin be kuştin, xirabkirin be xirab kirin, talankirin be talankirin, girtin be girtin. Lê em dîsa li vir in û daxwazên xwe ji duhî xurttir bilêv dikin, helwesta xwe ji duhî bêtir qewî dikin. 40 sal e şerekî gelek qirêj li ser erdnîgariya Kurdistanê tê meşandin û nikarin tu encam jê bistînin. Li cîhanê jî wek gelê Kurd, gelên din jî berxwedan kirine û piştî xalek dîtine ku şer çare nîne, aliyên şer rûniştine û bi muzakereyan pirsgirêkên xwe çareser kirine.”

Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî beşdarî kongreyê bûn û kongre bi beşdariyeke girseyî birêve çû.

Parlamenterê HDPê yê Wanê Murat Sarisaç jî bal kişand ku li hember Kurdan û hebûna Kurdan pergaleke rêxistinkirî heye û loma jî Kurd jî divê li hember vê pergalê, li ser mafên xwe yên rewa rêxistin bibin û bibin yek helwest.

Murat Sarisaç destnîşan kir: “Ev ne kongreyeke ji bo hilbijartinan, yan jî kongreya amadekariyên hilbijartina ye. Ev kongre bi wê mebestê ye ku li hember hemû qetlîamên li ser Kurdan û hewlên ku statuyên Kurdan têk didin, rêxistinbûna Kurdan û tevahî gelên bindest e.”

Di 3. Kongreya Awarte ya Diyarbekirê de, Hevserokê berê Zeydad Ceylan û Gulîstan Karakoç wek hevserokên nû yên Diyarbekirê hatin bijartin. 

Fly Erbil Advertisment