Wezareta Pêşmerge rêveberekî nû ji bo binkeya Operasyonên Hevbeş diyar kir
Binkeya Operayonên Hevbeş bûye navendek ji bo dirustkirina pêwendiyê di navbera hêzên Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê li navçeyên Kurdistanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand, îro di merasîmeke de rêveberiya nû ya binkeya Operasyonên Hevbeş dest bi kar bû.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, bi amadebûna Cîgirê Serokerkanê Pêşmerge Lîwa Rukin, Huşmend Reşîd û hejmarek ji efserên Wezareta Pêşmerge, merasîma guhartina rêveberiya binkeya Operayonên Hevbeş hat kirin.
Di merasîmê de, Emîd Rukin, Yûsif Mamik Sorçî wek rêveberê nû yê binkeya Operasyonên Hevbeş dest bi kar kir.
Herwiha Lîwa Rukin Huşmend Reşîd behsa girîngiya binkeya Operayonên Hevbeş kir ku roleke wê ya karîger di navbera yekîneyên cuda ên hêzên Pêşmerge de dê hebe.
Lîwa Rukin Huşmend Reşîd diyar kir jî, binkeya Operayonên Hevbeş bûye navendek ji bo dirustkirina pêwendiyê di navbera hêzên Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.
Her di wê merasîmê de, xuleke rahênankirina 22 efseran li binkeya Operasyonên Hevbeş hat ku armanc jê, bihêzkirin û blindkirina asta efserên wê binkeyê bû.