Peyama Serok Barzanî bo koçkirina Pîr Xidirê Silêman

Ji ber koça dawî ya rewşenbîr, nivîskar û kesayetiya civaka Êzidî Pîr Xidirê, Serok Barzanî hevxemiya xwe nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber koça dawî ya rewşenbîr, nivîskar û kesayetiya civaka Êzidî Pîr Xidirê, Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî û bingeha Laleşê û civaka Êzidî kir.

Peyama Serok Barzanî:

“Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawî ya rewşenbîr, nivîskar û mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî û kesayetiya civaka Êzidî Pîr Xidirê Silêman bihîst.

Bi vê helkeftê, serxweşî û sersaxiyê li malbat û kesûkarên Pîr Xidirê Silêman û tevahiya nivîskar, navendên kulturî, bingeha Laleşê û civaka Êzidî dikin.

Ji Xwedêyê mezin daxwazin, sebir hedarê bide kesûkarên rihmetî û giyanê wî şad be û cihê wî bihuşta perîn be.”

 

 

Fly Erbil Advertisment