Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tora xwebexşan ragihand

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi daxuyaniyekê eşkere kir; toreke xwebexş li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê damezrandine.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya welatiyan dike
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya welatiyan dike

Hewlêr (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi daxuyaniyekê eşkere kir; toreke xwebexş li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê damezrandine, ku her kes dikare beşdar bibe, da ku rûbirûyî her qeyraneke sirûştî yan mirovî bibin.

Di daxuyaniya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de hatiye eşkerekirin; hemwelatî dikarin li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzabî bibin xwebexş û di dema rûdana her qeyraneke sirûştî an mirovî de alîkariya projeyên xizmetguzariyê bikin.

Herwiha diyar kir ku kesên xwebexş dê beşdarî perwerde û rahênana ji bo bersivdana bilez li hember qeyranan bibin û di dema rûdana her qeyraneke sirûştî an mirovî de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê pêwendî bi wan xwebexşan bike, da ku alîkariya kesên ziyandîtî bikin.

Fly Erbil Advertisment