Firokeyên Iraqê 5 çekdarên DAIŞê kirin armanc
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, firokeyên şer ên Iraqê 5 çekdarên DAIŞê li parêzgeha Diyalayê armanc kirin.
Di daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlehiyê de hat, 5 teroristên DAIŞê li parêzgeha Diyalayê ji aliyê firokeyên şer ên Iraqê hatin aramnkirin.
Diyar kir jî, ew çalakiya artêşa Iraqê di çarçoceya operasyona lêgerîna li binke û baregehên çekdarên DAIŞê li parêzgeha Diyala de hat.
Siyasetmedar Zilmay Xelîlzade di çarçoveya Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Duhokê de ragihandibû, hejarî û nebûna xizmetan li Iraqê, hîştiye ku careke din DAIŞê li Iraqê çalak be.